Sente
Nepenî. Nihênî. Sirra ku veşartî maye.
Ramîs
Maç. Ramûsan.
Sapîna
Kaniyek e li herêma Şêxan li 12 km a Bedriye.
Daşyar
Kebanî.
Atrodat
Navê navdarekî Mad bûye di serdema berî deshilatdariya Hexamenişiyan bûye.
Hêriş
Êrîş. Helmet.
Şinirwê
Çiyayekî bilind e ku ketiye rojhilatê Helebçeyê, û li ser kopîtka wê jî du kanî hene bi navên Qeman û Wezgêl.
Serxêl
Serokê êlê.
Sosin
Sûsen. Navê gulekê ye ku heya niha nêzî 100 cureyên wê li cîhanê hatine naskirin. Navê wê yê zanistî "Lilium spp" e.
Nizar
Lawaz. Daristan. Pesar. Di çiya de ew cihê ku sîber e û gelek bi kêmî roj lê dide.