Diyaweşt
Şêx Mihemed Merdoxê Kurdistanê di pirtûka Kurd û Kurdistanê de nivîsiye: Navê kevn ê çiyayekî ye li “Cebalol Ekrad” li Sûriyê, lê di sala 1963an de dema ku Beisî hatne ser kar, ev nav guherîn.
Ersan
Navê eşîreke Kurdan bûye li Bakûrê Kurdistanê.
Gulkezî
Kezî wek gulê ciwan û bêhnxweş.
Qesîle
Kevçiyekî darîn e.
Adyabin
Di serdemê Mad heya Sasaniyan navê herêmên Zaxo û Duhok û Akrê bûye.
Lîlav
Şilope. Şilêwe. Barîna berf û baranê pêkve.
Gizing
Tîrêjên tavê ku spêdeyan li cihên bilind dide.
Gulzarî
Wek gulistanê.
Fatliye
Fatê. Fatimokê. Fatima piçûk û rihsivik.
Karwan
Qafile. Mirovê ku gelek çarpê bar kiribin û ber bi cihekî ve diçe.