Bêkes
Kesê wî/ê tuneye.
Rezber
Yekem meha payîzê. Dema ku tirî digihîje.
Îna
Hîna. Anî. Hêna.
Şasiwar
Gewresiwar. Siwarê çalak. Siwarê bêwêne.
Erxe
Alîkar. Piştevan.
Jêder
Bingeh. Regeza peyvê.
Gulwaz
Guldank.
Zengelan
Gundek e li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.
Şîlaz
Navê gundekî ye li herêma Duhokê li Başûrê Kurdistanê.
Rêçkewan
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Hayman a rexê Enqereyê ku bi destê Osmaniyan bo Bolxaristan û Bosniyê hatine dûrxistin.