Komara
Gundek e li herêma Pawe li Kurdistanê.
Ajda
Ejdad. Bav û kal.
Şahîne
Jina paşa. Şajin. Xweşî û şadî.
Şadîk
Zaroka ku dilxweşkera malê ye.
Reben
Tekûtenê. Jar û perîşan. Soba (sełt, zigortî).
Bilber
Cihê ku zêde nerm be. Navê gundekî ye li rexê Silên li Hewraman Text li Rojhilatê Kurdistanê.
Baxan
Pirjimara peyva “bax” e. Gundek e li quntara çiyayê Garan li nêzî Merîwanê.
Cembelî
Navê evîndarê Binefşê û rûniştiyê Hekariyê bûye di çîroka “Cembeliyê Hekarî” de.
Tîla
Kunc. Qulç. Goşe. Tîley çaw. Niçê çav.
Rawe
Şîroveya watayê. Ferman e bo rawestanê. Raweste. Bisekine.