Wetman
Wesman. Kurtkiriya navê Usman e. Guhertin.
Rêdîr
Rêdûr. Kesê ku riya wî dûr e.
Azîz
Ezîz. Hêja. Xweşdivî. Hezkirî.
Zimrût
Gewhereke binirx a kesk e.
Evîn
Hezkirin, Eşiq
Derîle
Deriyê piçûk. Gundekî nêzî gundê Binîder e li herêma Hewraman di navbera Sine û Merîwanê.
Rabûn
Hestan. Rasan. Raperîn.
Hesan
Kaxît. San. Berdesan.
Kejos
Kajos. Çiyayek e li herêma Bêtwînê.
Birwa
Bawerî.