Kejdiya

Xaka di navbera du rûbaran de. Kejdiya an jî keşdiya cihekî kurdnişîn e û Kurdên kelhurî tê de jiyan kirine. Kejdiya bi vê xakê tê gotin ku ji rêzeçiyayê Hemrîn wate sînorê di navbera Kurd û Ereban dest pê dike heya digihîje “Şetulereb” û “Kendawê”. Herwiha bajarokê Hît û derdora rojavayê rûbarê Furatê heya digihîje çiyayên Piştkoya Loristanê heya Xûzistanê.

Pexşe

Kurtkiriya peyva “pexşan”ê ye. Bilavok.

Nare

Stranên aram û xweş. Dengê nerm û bisoz.

Çeman

Pirjimara peyva çem.

Parêz

Parastin.

Bedew

Xweşik. Xweşkok. Ciwan. Cindî. Law.

Gulyar

Kulîlkên darhinarê.

Vebûr

Paşekewt.Paşekevt.

Helaw

Navekî jinane ye û serbendê straneke kurdî ye.

Gulşîlan

Gula şîlanê. Şîlan berê darekî kelemdar (strîdar) û rengsor e.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!