Diya
Dayîk. Daye. Dayîka … .
Giravî
Dildarî. Hezkirina ji dil ve. Dezgirtî.
Kejał
Xezal. Bizne kêvî. Ahû. Birxa belek (Kej). Çavşîn
Paprrîk
Cureyeke perperokê ye.
Gawero
Di koka xwe de gawirro bûye wate: Çemê ku Kurdên Yarsan li qeraxê jiyabin. Rûbarê gawiran. Navê çemekî ye di navbera Sine û Kamyaranê.
Xeman
Kul û keser. Mame xeme (Kesê ku xema kesên din bixwe).
Tîşke
Tîrêj. Tîrojk.
Qezaz
Firoşyarê hewrîşmê.
Sarêj
Cebirîna birînê.
Xeyro
Dexlê sala borî ku rijiyabe û cardin şîn bûbe. Amaje ye bi karê baş û qenc.