Gulşah
Şahê gulan.
Naze
Kurtkiriya Nazenînê.
Espîn
Hore. Powaz. Darê ku dixin nîveka şeqa darê, bona ku herdu aliyê darê negihîjin hevdu, û piştre bikarî bi bivir wê darê bişkînî.
Rojan
Pirjimara rojê. Ji cinsê rojê.
Gulyar
Kulîlkên darhinarê.
Rame
Ew hêka ku datînin bin mirîşkê de bona ku li cihekî din hêka neke.
Şermîn
Şermin. Bişerm. Şermoke. Biheya.
Cazer
Navê bajarokekê ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê niha hatiye teirîbkirin.
Hîwa
Hêvî, Umîd
Lezgîn
Bilez.