Şengebî
Şorrebî. Dareke behiyê ye ku çiqên wê şorr dibin xwarê.
Hewrî
Perçeyeke hewrîşmê nazik ê spî ye ku jin wek rûbend bi kar tînin.
Bêhzad
Mirovê qenc. Ji tuxmê mirovê baş û qenc.
Aso
Sûya asîman û erdê. Xêza dawiyê a bi hev gihîştina erd û asîman, ku bi çav wisa tê dîtin.
Revok
Rihliberê ku ji mirov bitirse û bireve. Tûre û nerihet. Aciz.
Terze
Teyrok. Gijlûk. Gîjgîjok.
Qemrîn
Qerisîna avê. Bestelek. Şexte.
Alana
Dolek e di navbera Xelîfan û Raniyeyê li Başûrê Kurdistanê.
Tinok
Dilop. Dilopa av û baranê.
Adiyaman
Bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye.