Asman
Asîman.Esman.
Birwa
Bawerî.
Espere
Giyayê rengrêjî. Destkê bêlçeyê. Cihê pê li ser bêlçeyê.
Berwar
Beroj. Tiştê xwar û xîç. Takêş. Ser aliyekî de xwarbûn. Li hindek herêman tê wateya “rêkewt”, lê gelek ji zimanzanan bikarhînana peyva “berwar” di cihê “rêkewt” de şaş dizanin.
Cîhangir
Cîhanê li xwe digre.
Lêval
Keç an jinek ku lêvên wê sor û bedew bin.
Çalak
Çeleng. Jîr. Peyt.
Alana
Dolek e di navbera Xelîfan û Raniyeyê li Başûrê Kurdistanê.
Êlax
Zozan. Kiwêstan. Hewar.
Kane
Karê hilkolîna daran.