Bapîr

Bavê diya mirov. Bavê bavê mirov.

Cemîn

Enî. Navçav.

Şarîk

Kumdesmaleke jinan bû di zemanê berê de.

Hêdî

Aram. Ser hemdê xwe. Hêmin

Erxewan

Dareke pelgpan a naskirî ye ku gulên wê sor lê nêzî rengê pembeyî ne. Hindek caran heya 12 metroyan dirêj dibe. Navê wê yê zanistî "Cercis siliquastrum" e.

Badil

Dilxwaz.

Awring

Pirîşkên agir. Peşkên agir.

Xûnav

Şewnim. Aweng. Awing.

Çermele

Mirovê spîlke.

Arsan

Navê hozeke Kurd e li rexê Xuremawayê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!