Azîta
Keça Ejdehak duyem paşayê Mad û diya Kûrûşê Hexamenişî bû.
Qasid
Nameber. Peyamber. Kesê/a peyaman tîne û dibe.
Îrevan
Yerîvan. Êrîvan. Paytexta Ermenistanê ye û gelek Kurd jî lê dijîn.
Varsa
Navê zozanekî ye li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.
Gernas
Şareza di geriyanê de. Dunyadîtî.
Nemam
Şêne.
Mazê
Mazû. Mazî.
Rewaz
Rêbaz. Riya ku xelk berdewam hatûçûnê tê de dikin. Rêzekevirên li ser çiya.
Xoşnav
Kesê ku xelk jê hez dike. Kesê ku navê xwe bi başî û qenciyê derxistiye.
Narîn
Peyveke kevn a nav Gatayên Zerdeşt e û wateya agir dide. Nazik. Zirav. Jina şermoke. Straneke xembaran e.