Zatore
Newî. Newîçirk. Nebîre
Bager
Gerdelûl, Babelîsk, Bayê tund ku lûl dibe û bihêz e.
Rageş
Qisexweş. Suhbetçî.
Ferentî
Kevirekî binirx û giran e wek yaqûtê.
Warhêl
Kesê ku ji warê xwe dûr dikeve.
Estûn
Stûn. Paye.
Şevîn
Şewên. Reş wek şevê. Şewezeng. Çêrîna pez û ajelan di dema şevê de.
Şikofe
Şigove. Pişkûj. Gulok. Gula ku nû dipişkive û dibe fêkî.
Metîn
Kesê giran û dilovan. Jîr. Çiyayek e li rexê Bamernê li herêma Badînan.
Ararat
Gurrî û peşqela agir. Mezin û pîroz. Heman çiyayê Agirî ye.