Xawêr

Di navbera xew û hişyariyê. Xewayî.

Şîle

Şîreya gij û giya, û gul û daran. Şîreya hingvînê. Herwiha navê giyayekî ye ku di nav genim de şîn dibe, û “Zuwanşelmik” jî dibêjnê.

Rexşan

Birîqedar. Biçirûsk.

Alîn

Nêzîkbûn.

Rozerîn

Cihê ku roj jê hiltê.

Meşan

Navê yekem jinê ye ku di beşa duyem ji rûpela 44 a yeştên Zerdeşt de navê wê hatiye.

Tawil

Reşmal. Xîvet. Kon.

Xêwen

Xwedî. Xudan.

Kirosk

Şûrê kevn ê jenggirtî. Kilostik.

Azê

Kurtkiriya peyva “Azîz” e. Xoşewîst. Hezkirî.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!