Gulbaxî
Gulebax. Gula sor a ku gulavê jê çêdikin.
Kalan
Kanzaya birinc. Navê hoxeke Kurd e. Alax (Giyayê herz. Giyayê bêsûd).
Erjing
Erjin. Dareke çiyayî ye ku berê wê dişibhe behîvê û bixwe jî dişibhe dara erxewanê.
Sajîn
Xirûmir.
Gawero
Di koka xwe de gawirro bûye wate: Çemê ku Kurdên Yarsan li qeraxê jiyabin. Rûbarê gawiran. Navê çemekî ye di navbera Sine û Kamyaranê.
Kovar
Govar. Belavoka ku heftane yan mehane carekê tê weşandin.
Zîrek
Jîr. Hişyar. Têgihîştî. Kesê ku dêneke (hişeke. zêhneke) baş hebe.
Wîlkan
Bûkeşûşe. Ew tiştên ku bi naylon û pîneyan bo leyîza zarokan çêdikin. Wewîle. Wewle.
Evîn
Hezkirin, Eşiq
Hever
Qeysî. Zerdele.