Dîmane
Cardin hevdu dîtin. Çavpêketin.
Gerdengaz
Gerdendirêj.
Ranaw
Nîşandayî. Pîşandiraw.
Şewêr
Hişyar û li ser hest. Hestiyar.
Perîzad
Perîza. Zaroka ku ji periyê (firişteyê) çêbûye.
Sare
Şefeq. Sibezû. Spêdeyeke zû.
Hevrê
Hawrê. Hevalê rê.
Yaqût
Kevirekî sor ê giran û binirx e, ku bo nigîna gustîlkan û nîveka lîre û ... hwd bi kar tê.
Dilgerm
Kesê dilê wî xweş e. Dilê wî bi karekî germ e. Kesê hêvîdar.
Kejok
Berê giyayekê ye ku rengê pemboyê dide û spî ye. Awrîşma xaw.