Rûgeh

Qîble. Ew cihê ku misilman bo nimêjê berê xwe didin wir.

Nazdar

Binaz, Kesê ku xwe dinazîne.

Pexşe

Kurtkiriya peyva “pexşan”ê ye. Bilavok.

Çolî

Çol. Vala.

Bersîle

Tiriyê ku hêla negihîştibe. Pesîre. Qore.

Xeyro

Dexlê sala borî ku rijiyabe û cardin şîn bûbe. Amaje ye bi karê baş û qenc.

Xebat

Cehd. Hewildan. Tekoşîn. Xebitîn.

Debar

Hevhêz. Hevşan.

Xama

Ew keça ku wextê mêrkirina wê hatibe.

Bêrî

Rîzkirina pez bo dotinê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!