Sarat

Çolistan. Biyaban. Tîreyeke Kurdan e ku li derdora Azerbaycanê dijîn.

Gulperwer

Baxewanê gulan.

Şêrvan

Şivanê Şêran. Xwediyê şêran.

Hêwir

Aram û li ser hemdê xwe. Stargeh. Penageh. Wêrekî. Azayî.

Kars

Herzin. Herzinê gir. Danek e ku rengê wê wek rengê xalîşînkê ye û tama wê tehl e û saq û gula wê jî wek a cih e.

Rendok

Aja û mêrxas. Wêrek. Erdê ku herçar dora wê av be.

Sertac

Tac li serî.

Zaro

Zarok. Mindal.

Nojîn

Nûjîn. Jiyaneke nû. Vejiyan.

Şekre

Şekrok. Giyayeke çiyayî ye.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!