Sarî
Peyva hezkirinê ye bo bangkirinê.
Zerrîne
Zêrîn. Ji zêrê çêkirî.
Gulkezî
Kezî wek gulê ciwan û bêhnxweş.
Popeşmîn
Pêxefeke gelek nazik e ku ji hiriyê çêdibe.
Bargiran
Zehmetkêş. Rêncber. Bo hevalên tenbel jî tê bikaranîn.
Cîhan
Dunya.
Dîsa
Dîsan. Vê carê jî.
Kakes
Navê bajarokekî ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê, ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê bi tawana şîebûnê hemû hatin derkirin û ew bajar hate teirîbkirin.
Rêwas
Şînahiyeke tirş e li çolê şîn dibe.
Bêrîvan
Yên ku karê wan pezdotin e.