Daner
Bingehdarêj. Dirustker. Çêker.
Yawa
Peyveke hewramî ye wate: Hat. Gihîşt.
Waşe
Teyrekî piçûk ê nêçîrvan e ji malbata baz û şahîn.
Kevî
Renî. Rinû. Kewaneya dewra def û bêjingê û ... hwd. Cure giyayek e. Kedî. Qeraxa avê. Textê rûniştinê.
Yargul
Yar û dostê gulan.
Remîn
Revok. Rewek. Tirsiyan û reviyan.
Sûrê
Giyayek e ku pelgên wê wek pelgên gezne (gesgeskê) perper in û rengê wê şîneke nêzî rengê sor e, di nav avê de dikelînin û bendikê qaliyan (caciman) pê reng dikin, ku rengê wê sor e.
Xelek
Pirça xelek. Beş (Beşa yekem. Xeleka yekem).
Azad
Serbest
Guldar
Bigul.