Bernav
Zêde nav.
Xuşîlk
Giyayek e ku ger bişkênî, dê şîrê spî jê derkeve.
Silovan
Eşîreke Kurd e li Bakûrê Kurdistanê.
Dijagir
Agirê dijê (Agirê kelehê).
Wirdbîn
Bîrtîj û xwedîhiş. Hişyar û têgihîştî.
Tarme
Eywana bê ban.
Aryas
Fermandarekî împeratoriya Mad bû.
Modan
Navê hozeke Kurdên zaza ye.
Helîm
Hêmin. Aram. Ser hemdê xwe. Navê xwarinekê ye, ku ji genimê kelandî û goşt hatibe çêkirin.
Şenge
Ciwan û bedew. Bihêz.