Kîvî
Kêwî. Çiyayî.
Dêraw
Gol.
Mihrîban
Mîhreban. Dilovan. Mihrevan. Dilnerm. Birehm.
Yasa
Qanûn. Ew deb û destûr û bingeh û rêkarên nav civakê ku ji aliyê dewlet û parlementoyê ve bo parastin û birêvebirina civakê tê danîn.
Bersîle
Tiriyê ku hêla negihîştibe. Pesîre. Qore.
Dilavîn
Dawiya buharê û destpêka havînê.
Hengir
Teyrê ku mêşên hingivînê dixwe.
Serferaz
Serbilind.
Jîwaran
Gundek e li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.
Leylax
Zozan. Kiwêstan.