Ciwançak
Camêr. Xweşmêr. Mirovê çak. Mirovê qenc.
Wan
Bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye.
Dirêşk
Direwş (Derziyeke stûr a mezin e ku çerm pê kun dikin).
Qirşî
Kaya herzinê.
Erjing
Erjin. Dareke çiyayî ye ku berê wê dişibhe behîvê û bixwe jî dişibhe dara erxewanê.
Rûxweş
Qisexweş û lêvken.
Esay
kirrîn. Standin.
Adare
Adarok. Gulek e ku di destpêka buharê de dipişkive.
Bejî
Dexlê dêm. Dahata dêmekar.
Kasan
Çiyayê lêj û evraz. Navê çiyayekî ye li herêma Hekarî li Bakûrê Kurdistanê.