Arasin
Çiyayek e li rexê Raniyê li Başûrê Kurdistanê.
Daner
Bingehdarêj. Dirustker. Çêker.
Şengal
Navê bajarekî Başûrê Kurdistanê ye ku piraniya şêniyên wê êzidî ne.
Maje
Ji malbata zerdeştiyan.
Gulxendan
Gula pişkivî. Bedew wek gulê.
Badem
Behîv. Badam.
Colane
Hêzûnke. Helork. Deydîk. Dêlekanê. Dardelekanê.
Bedirxan
Malbateke navdar e di nav Kurdan de, ku ji bo gelê xwe di warê rewşenbîrî û siyasî û ... hwd de gelek ked dane.
Şewreng
Kevirekî reş ê binirx e.
Hozanvan
Beytbêj. Stranbêjê ku hem helbestê danê û hem jî helbesta xwe bike stran.