Asos

Yek ji wan çiyayên asê ye li Başûrê Kurdistanê, ku ji “Qeladizê” ve dest pê dike heya ku digihîje “Mawet”ê.

Pirpirîk

Pepûle. Perperok.

Tirûske

Birîqe. Şewq. Ronahî.

Asîde

Helwaya ku doşaw digel de be. Helwaya ku ji ar û rûn û doşawê tê çêkirin. Mirtoxe.

Berbang

Şefeq. Dema bangdana mela ya serê sibehê.

Dilavîn

Dawiya buharê û destpêka havînê.

Catre

Catirî. Neinaya çoleme. Merzekîwîle.

Ewece

Hewce. Pêwîst.

Meko

Çeper. Senger. Strageh. Kogeh. Cihê kombûna xelkê.

Dazîn

Daketin û hatina ber bi xwarê.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!