ragir
Serokê malbatê. Çete û kesê xirab. Kesê ku pêşiya tiştekî digire. Bo serokê zanîngehên astbilind jî bi kar tînin (`Emîd). Berbend. Berbest.
Geylan
Galan. Gêlan. Gund û deştek e li herêma Hewlêrê.
Gulben
Parçeyê gulgulî.
Ewjen
Hawêjer. Şikêner û bezêner.
Mebest
Qesta mirov ji karekî.
Feraşîn
Bayê hênik ê havînê.
Qadê
Xak. Erd. Meydan. Gorrepan.
Mandak
Navê yek ji paşayên Mad bûye ku Yonanî dibêjinê Mandaks.
Hezex
Bimbarek. Pîroz. Gund û herêmek e li Kurdisatanê.
Hemîn
Sist. Tenbel û îhmal. Kesê xwe ji kar vedidize. Bi giştî. Hemû. Niha. Heya niha. Ev nav zêde li herêmên Menguran û Siwêsnayetiyê heye.