Rengale
Teyrekî rengbireng e ku mêşhingivê dixwe.
Zargeş
Qisexweş. Rûxweş.
Gijnîje
Gijlok. Gîjgîjok. Teyrok.
Lasar
Serberedayî û neguhdar. Serhişk.
Yeza
Xwedê. Yezdan. Herdu navên Yezda û Yezdo ji navê Yezdan hatine wergirtin.
Semaso
Govendeke derwêşî ye.
Oda
Bi devoka xelkê Rewanduzê yên ku bi soranî diaxifin wate: Daye, Ho daye. Ho dayê.
Piyano
Alaveke muzîkê ye.
Aryo
Kurtkiriya navê Aryo Berzîn e ku serdarekî wêrek ê Kurd bûye û li hemberî êrîşa Eskenderê Meqdûnî berxwedan kiriye.
Xifşê
Karxezal. Mamiz.