Armîş
Hewrîşm.
Berhan
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî.
Jiyar
Jiyana şaristanî.
Kurtê
Bejinkurt. Amaje ye bi jina bejinkurt a bedew di stranan de.
Estî
Navê xûşka Mîr Zeynedînê Botanî û xûşka Zînê ye ku qehremana nav çîroka Mem û Zînê ye, ku bi zaravayê kurmancî dibêjnê “Sitî”.
Babûne
Giyayekî buharî ye û gula wî spî ye û nîveka gulê zer e.
Bêşema
Titûneke bêhndar e.
Erdeşîr
Şêrê tûre û bihêrs. Erdeşîrê Babekan paşayê Sasaniyan bû. Erdeşîrê kurê Xeşayarşa paşayê Hexamenişiyan bû.
Şinirwê
Çiyayekî bilind e ku ketiye rojhilatê Helebçeyê, û li ser kopîtka wê jî du kanî hene bi navên Qeman û Wezgêl.
Komas
Navê hozeke Kurd e di navbera Sine û Merîwan û Seqizê ku dibêjine wan, Komasî.