Çeleng
Şoxûşeng. Çiqlê darê. Zerfên mezin.
Şêrvan
Şivanê Şêran. Xwediyê şêran.
Bijar
Bijartî. Bijarde. Bijare.
Yesne
Yesna. Yezne. Cejn. Beşek e ji beşa mezin a avestayê. Kitêba Zerdeşt a sirûdên ayînî.
Rezê
Qala rez û baxê tirî dike.
Memiyan
Mendok. Giyayek e. Kesê giran û xwedî exlaq.
Samote
Qilp û bendikê paşkoya zînê.
Kaniyaw
Kanî. Serçawe. Çavkanî. Ava ku ji kaniyê der dibe.
Awzer
Ava zêr.
Mirwaniş
Gundekî Başûrê Kurdistanê bû ku Beisê ew gund wêran kir, lê cardin hate avedankirin.