Lîva
Berxê nûzayî.
Aske
Karxezal, Karmamiz. Têjka xezalê, Xivşa xezalê.
Zirkan
Deverek e ji herêma Şêrwan li Başûrê Kurdistanê.
Sêvdîn
Kurtkiriya Seyfedîn e.
Sereta
Destpêk.
Findak
Momdank.
Zîne
Jin. Zindî. Navê kelemekê (striyekê) ye.
Rêjing
Çeka ku fîşengan li pey hev davêje.
Tîşk
Tîrojk. Tîrêj.
Neşim
Rêçûna naznazî.