Mîtradad
Mîtradad yan Mêhrdad yek ji şivanên Ejdehak bûye, ku navê jina wî Spaka bû.
Qirşî
Kaya herzinê.
Derzin
Sûjina ku bo karê dirûtinê bi kar tê.
Merwan
Navê kevn ê bajarê Merîwanê ye. Bajarê maran. Li Merîwanê zêde mar hene.
Yesne
Yesna. Yezne. Cejn. Beşek e ji beşa mezin a avestayê. Kitêba Zerdeşt a sirûdên ayînî.
Seran
Mirovên baş.
Awêser
Cihê pir ji av. Çiyayên pir ji kanî. Çiyayekî pir ji av e li Hewramanê li rexê bajarokê Tewêlê.
Hesîn
Pêzanîn. Agehdarbûn. Hestpêkirin.
Bêbeş
Bêpişk. Bêpar.
Zarşirîn
Qisexweş.