Dakaz
Piştrastkirin. Piştevanîkirin. Qebûlkirina encama karê kesekî.
Kema
Giyayekî bilind e ku ajal dixwin û digel giyayê din tê hişkkirin û di demsala zivistanê de bi ajalan tê dayîn.
Xêwen
Xwedî. Xudan.
Ewram
Çake. Bexşiş. Qencî. Baş.
Hêdî
Aram. Ser hemdê xwe. Hêmin
Wêsar
Qahîm. Xweragir.
Gulavdan
Cihê ku gulavê tê dixin.
Wano
Bi kelhorî wate dixwîne.
Mewjok
Giyayekî binikdarê tamşirîn.
Mane
Hembane. Tûrik. Hewane. Mana. Wate. Hêcet. Navê gundekî ye li Xurasanê.