Fama
Zîrek. Têgihîştî.
Toşe
Ew pêxwarina ku karwançî û rêvîng digel xwe hildigire û dawêje pişta xwe, bona ku di dema rêwîtiyê de bi kar bîne. Pêxwarina riya dûr.
Gulzar
Bax û bîstan.
Ciwançak
Camêr. Xweşmêr. Mirovê çak. Mirovê qenc.
Toraw
Kesê ku sil bibe. Kesê ku qehirîbe.
Hetar
Kevirê mezin û xir.
Amaj
Nîşane. Amanc.
Hoşin
Hişyar.
Sengaw
Hem gund û hem jî herêmek e li rexê Kerkûkê ku hoza Sengaw tê de dijîn.
Xenaw
Gerdenben. Gerdebenî.