Birsaq
Girdeyekî piçûk e ku şîr û avê berdidin ser hewîr û di nav rûn de sor dikin.
Bedrî
Heyva tewaw. Heyva çarde şevî.
Cengawer
Kesê şer û cengê dike. Şervan.
Bîza
Giyayek e ku dixin nav jajî û tirşiyatê de.
Amanc
Armanc, Mebest, Niyet, Nîşan. Merem.
Lawko
Kurê law. Kurê nûgihayî.
Awar
Cuda. Çayçiyê malê. Darûperdikên xaniyê herifî. Helwaya ar û doşava hişkbûyî bo zivistanê.
Awez
Hizr û hiş.
Rexşan
Birîqedar. Biçirûsk.
Xezêm
Xizêm. Lûtewane.