Ava
Avakirin. Çêkirin. Avabûn. Avabûna tavê.
Giravî
Dildarî. Hezkirina ji dil ve. Dezgirtî.
Baban
Navê herêm û eşîrekê ye li Şarezûrê-Başûrê Kurdistanê. Baban (1649-1850) mîrgeheke (îmareteke) kurdî bû, navê wê ji navê malbata Baban hatiye. Yekemîn serdarê mîrgeha Baban Ehmedê Feqî bû.
Alîn
Nêzîkbûn.
Çawkal
Çavkal. Çavên kêmreng. Serbendê straneke kurdî ye.
Hewrî
Perçeyeke hewrîşmê nazik ê spî ye ku jin wek rûbend bi kar tînin.
Dîlan
Şahî. Govend. Naznavê helbestvan û dengxweşê Kurd Mamosta Salih Dîlan e.
Yarsa
Navê ayînzaya Ehlê Heq e ku di koka xwe de yarsan e bi wateya yarê sultan. Yarê yezdan.
Heyran
Evîndar. Aşiq.
Desamo
Cureyeke şemamokê ye ku xalxal û piçûk e.