Kehî

Kewî. Kedî.

Peşêw

Perîşan, Xembar

Perkane

Navê gundekî ye li Başûrê Kurdistanê. Serçinkirina (dîzayn û neqişandina) rûyê pêlavên ku dibêjnê “kilaş”.

Nelas

Gundek e li nêzî Serdeştê ku li hindav çemê Kelwê ye.

Qasimlo

Navê gundekî ye li Urmiyê. Gundê malbata şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye.

Şanaw

Navê şahane.

Jûjan

Piştî bêhaliyê dema mirov tê ser hişê xwe.

Karak

Karaka. Kan. Erdê ku tiştên binirx tê de hene û hildikolin bo bikarhînanê.

Parsa

Damanpak. Pakdamen. Pakdawên. Dîndar, Xwedênas.

Mestane

Jinên çavmest û bedew.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!