Batînok
Rebenok. Sorgul.
Reşmêw
Yaqûtî. Cureyeke tiriyê hûr ê sorê tox û nêzî reş e ku li herêma Sine zêde heye.
Gulxendan
Gula pişkivî. Bedew wek gulê.
Yasemen
Yasemîn.
Rayş
Rûnivîshilgir.
Tûşiyar
Tîrêja rojê.
Perîza
Perîzad. Ji Periyê çêbûye.
Kalê
Kalûkirç. Kal. Di bingeh de dibêjne wî/ê kesî/ê ku rengê pirça wî/ê û serçavê wî/ê kal an zer be.
Bêrme
Navê sê gundan e li quntara çiyayê Sipako li herêma Rewanduzê ku bi Bêrmeya dîndaran navdar e.
Varko
Navê çiyayekî ye li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.