Sarme
Berê giyayekê ye ku wek derman tê bikarhînan û gelek binirx e. Dolmeyên pelgan. Cureyeke “hirmî”yê ye.
Tacê
Tac. Kumê serê paşayan.
Bazan
Ew zerdeştiyên ku digel hatina îslamê bûne misilman.
Adîka
Zozanek e li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.
Cîran
Cînar. Hawsê.
Armanc
Amanc, Mebest, Niyet, Nîşan. Merem.
Şaperîk
Cureyeke perperokê ye.
Aro
Bi hewramî wate Îro, Evro.
Rojbîn
Kesê ku rojê dibîne.
Dozwan
Dozvan. Xwediyê dozê. Xwediyê armancê.