Yeşma
Destmala Hewrîşm
Azo
Navê kevê yê çiyayê Sasonê ye li Bakûrê Kurdistanê.
Şênî
Aram û li ser hemdê xwe. Asûdeyî. Pişkivî.
Rêşeng
Navekî çêkirî ye ku wateya cihê pir ji bax dide.
Jerej
Bi hewramî wate kew.
Wajîn
Avdaniya şitilên titûnê heya du sê rojan li ser hev bona ku şîn be û xwe bigire. (Bi soranî: Gûran. Riskan.)
Zerya
Derya. Behr.
Segvan
Kesê ku nîşançiyekî baş be û nîşanê baş dipêke. Nêçîrvan.
Berhan
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî.
Kirîsk
Pirîşkî agir. Pirûskê agir.