Ferhad

Biheybet. Navê dildarê Şirîn û qehremanê çîroka kurdî ya Şirîn û Ferhad e ku bi Ferhadê Lor navdar e. Wî kevirê Taqwesan a Kirmaşanê hilkolî.

Înişk

Gundek e di navbera Qedş û Erdena li aliyê “Bamernî”yê li Başûrê Kurdistanê.

Aziya

Jîr. Zîrek. Peyt.

Aştîxwaz

Kesê ku lihevkirin û sulhê dixwaze.

Zarîn

Girî bi dengê bilind.

Taban

Peyveke farsî ye bi wateya birîskedar. Ronahîker. Coxînka heyvê.

Abra

Birayê mezin.

Pêjek

Kulîlka nûderketî.

Rûnak

Rûn. Rohn. Ronahî.

Herjîn

Herişîn. Hertim jîn. Hertim jiyan.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!