Firawîn
Firavîn. Xwarina danê nîvro.
Êvar
Hêvar. Êwar
Gelale
Pêşnivîs. Dariştina nexşeya kar an şer an ... hwd.
Şengar
Şengal. Cihê jiyana Kurdên êzidî li Başûrê Kurdistanê.
Rêjing
Çeka ku fîşengan li pey hev davêje.
Derya
Behr. Zerya.
Dîndar
Kesê dînê wî heye. Kesê di dînê xwe de gelek qahîm e. Navê darekî ye ku rengê darmaziyê dide, lê pelgên wê zer in.
Barêne
Navê gundekî li Kurdistanê.
Biskole
Giyayek e ku dişibhe bisk û keziyan.
Telan
Bilindahiya çiya. Erdê ku axê dirêjne ser û dikin baxçe. Li Hewramanê di serdemên kevn de zêde ew kar dikirin.