Şero
Kurtkiriya navê Şerîf e. Xwedîavrû. Naznavê balabanjenê Kurd ê xelkê Gurcistanê ye.
Armanko
Navê kelhekê bûye li Bakûrê Kurdisatanê ku Asûriyan sala 254an a zayînî ava kirine.
Darêne
Gundek e li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ku kadrê naskirî yê PDKÎ Simayîl Şerîfzade li wir hate şehîdkirin.
Kakî
Kake. Biragewre. Deşta rast û text.
Hona
Dengê xweş. Dengê bisoz. (Be honayekî xoş destî pê kird). Hêşta jî.
Niyaz
Nezr û niyaz. Mana. Mebest. Arezû. Xeyala encamdana karekî.
Hala
Hawar. Hawarbirina. Penabirdin. Dost û heval.
Star
Dapoşîn. Aramî. Oqre.
Gawero
Di koka xwe de gawirro bûye wate: Çemê ku Kurdên Yarsan li qeraxê jiyabin. Rûbarê gawiran. Navê çemekî ye di navbera Sine û Kamyaranê.
Narê
Serbendê straneke kurdî ye.