Şebeng
Tîrêjên rengên tavê.
Popne
Popin. Popina balindeyan.
Koken
Çiyaken. Yê ku çiya dikole. Naznavê Ferhadê Lor an Ferhadê Kûhken evîndarê navdar ê Şirînê ye. Dema dirûna gijûgiya ye bo ajalan.
Filûn
Gundek e li rexê Amokan li deşta Herîrê.
Çolî
Çol. Vala.
Mîrza
Kesê ku bizane bixwîne û binivîse. Emîrzade. Mîrzade.
Kacîne
Deşta ku girên piçûk tê de hebin.
Qemer
Heyv. Hîv.
Ronî
Ronahî.
Jîwer
Jiyana şaristaniyane.