Beyan
Spêde, Şefeq
Şewnim
Xûnav. Awing. Aweng.
Kîvî
Kêwî. Çiyayî.
Tojal
Kêmek. Libek. Cihê ku dexlûdan tê de radigirin.
Guldar
Bigul.
Rûyan
Şox û şeng.
Qasid
Nameber. Peyamber. Kesê/a peyaman tîne û dibe.
Darvan
Darbirr. Kesê ku gelek peyt ji daran re diçe. Kesê serdikeve ser serê darên bilind.
Besan
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî.
Awiyer
Çiyayê ku zêde kanî tê de hebin. Çiyayek e li pêşberî bajarê Sine û cihê seyrana xelkê wî bajarî ye.