Şemê
Şem. Mom.
Şorrejin
Jina bejnbilind û serdest.
Raşikan
Derbasbûn. Biserçûn.
Derya
Behr. Zerya.
Darewan
Kesê ku gelek peyt ji daran re diçe. Kesê serdikeve ser serê darên bilind.
Ratib
Cîre. Mûçe. Ew kelûpelê ku nêçîrvan davêje pişta xwe. Dema ku pale hasila xwe (genim û ceh û ... hwd)didirûn, risq û xwarina ku ji malê bo wan tînin nav zeviyê, dibêjinê ratib.
Paşîn
Herî dawî.
Heycan
Heyecan. Kelecan. Coş.
Tawûs
Ew teyrê rengbireng ê bedew ku li cem Kurdên êzidî pîroz e.
Pêşmerge
Çekdarê rizgarîxwaz. Navê çekdarên hêzên Kurdî ye.