Hesan
Kaxît. San. Berdesan.
Esro
Bi kelhorî wate şaxê ajalan.
Dîber
Şîrove.
Aştî
Lihevkirin. Pêkhatin. Sulh.
Xerman
Mij û morana derdora heyvê. Coxînka heyvê.
Wêra
Aza. Netirs.
Firo
Xwarinek e ku ji şîrê çêl, mîh an jî bizina nûzayî tê çêkirin.
Rewrewk
Tirawîlke. Serab. Ew cihê ku ji dûr ve wiha hizir dikî ku av e, lê dema nêz dibî, dizanî ku ne av e.
Toşe
Ew pêxwarina ku karwançî û rêvîng digel xwe hildigire û dawêje pişta xwe, bona ku di dema rêwîtiyê de bi kar bîne. Pêxwarina riya dûr.
Darak
Dewlemend.