Erxeyan
Xatircem. Dilniya. Bêxem. Arxayîn.
Tewar
Baza mê.
Rewrewk
Tirawîlke. Serab. Ew cihê ku ji dûr ve wiha hizir dikî ku av e, lê dema nêz dibî, dizanî ku ne av e.
Çakbîn
Xoşbîn. Dilrohn. Hizirbaş.
Naze
Kurtkiriya Nazenînê.
Namo
Biyanî. Xerîb.
Zernîşan
Zêrnîşan. Bi zêr nîşankirî. Wek zêr. Zergul: Gula zêrîn.
Helîn
Heliyan. Tiştek ku di nav tiştekî din de winda dibe. Nemana tiştekî di nav tiştekî din de.
Bêtûş
Navekî kevn ê madî û avestayî ye, û gundek e li quntara çiyayê Alan li pişt Serdeştê li Rojhilatê Kurdistanê.
Çengzêrîn
Çengê ji zêr.