Rageş
Qisexweş. Suhbetçî.
Rojan
Pirjimariya peyva rojê ye. Rojane.
Dama
Leyîzeke wek şetrencê ye. Di soranî de wate “Mat bû”.
Wenen
Bi zaravayê hewramî wate ew pira ku bi dar û mêwên tiriyê hatibe çêkirin û dema kesek di ser de derbas dibe ew pir biheje.
Tawûs
Ew teyrê rengbireng ê bedew ku li cem Kurdên êzidî pîroz e.
Jamko
Berpirsê zenga dêrê.
Lolan
Herêmek e li Başûrê Kurdistanê.
Pişkoje
Pişkok. Qopçe. Kulîlk.
Vênûs
Vînos. Bota evîn û bedewiyê ya Yûnaniyan bûye. Romiyan gotine Afrodît: “Vînos”. Vînos jî yekemîn peyker e ku bi rûtî (tazîtî) hatiye çêkirin.
Kako
Keko. Kake. Peyvek e bo axaftina digel birayê mezin tê bikarhînan. Birayê dayîkê. Xal. Çiqeke Kurdan e ku di navbera Sine û Kolyayiyê de dijîn. Tê gotin ku ew çiqa Kurdan paşmayiya çiqa Kasoyî bin, wate Kasoyî Akad. Navê pehlewanekî ye ku hevalê Kaweyê Hesinkar bûye.