Awer
Bawerî û hitbar.
Asîde
Helwaya ku doşaw digel de be. Helwaya ku ji ar û rûn û doşawê tê çêkirin. Mirtoxe.
Beheşt
Buhişt. Baxên Xwedê di dunyayê de.
Çawbelek
Çavbelek. Çavên belek.
Haşme
Bi zazakî wate Heyv.
Êlan
Hêlane. Hêlûn.
Varto
Bajarokek e li Bakûrê Kurdistanê.
Kanîsk
Saqê hişk ê nîskê.
Kewrîn
Kevrîn. Berdîn. Embara dex û dan. Bizna spî. Gundek e li bin çiyayê Zozik li herêma Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê.
Kanî
Serçawey aw. Çavkaniya avê. Çavkanî.