Debar
Hevhêz. Hevşan.
Berkaz
Pencere. Kuna der û dîwaran.
Tarme
Eywana bê ban.
Ersem
Ew jî navê tîreyeke Kurdan e li Bakûrê Kurdistanê.
Ciwamêr
Camêr. Xweşmêr.
Kirosk
Şûrê kevn ê jenggirtî. Kilostik.
Gijnîje
Gijlok. Gîjgîjok. Teyrok.
Arok
Navê kifteyeke pan e ku ji ar jî tê çêkirin.
Rûbixal
Xala ser dêmê wî/ê.
Qirşî
Kaya herzinê.